Pêşnûmaya li hemberî dijminatiya Cihûyan li PE’yê hate qebûlkirin

Li gorî pêşnûmaya li Parlementoya Ewropayê hate qebûlkirin, tê xwestin ku welatên Yekîtiya Ewropayê li hemberî antîsemîtîzmê têbikoşin.

Di daxuyaniya li ser dengdayînê de hate diyarkirin ku, li welatên YE’yê di demên dawîn de dijminatiya li hemberî Cihûyan zêdetir bûye û divê li hemberî vî tiştî tevdîr werin stendin.

Di pêşnûmayê de bang li welatên endam hate kirin ku divê pênaseya antîsemîtîzmê ya ‘Tifaqa Bibîranînê ya Holocaûstê ya Navneteweyî’de hatiye diyarkirin, were qebûlkirin.

Di pêşnûmayê de hate destnîşankirin ku Qirkirina Cihûyan divê di dibistanên welatên Yekîtiya Ewropayê werin xwendin û di pirtûkên dersê de li ser dîrok û jiyana Cihûyan bila ‘pênaseyên rastîn’ werin kirin.