Pentagon: Me leşkerên xwe ji herêma operasyonê vekişand

Pentagon daxuyanî û got ku “Ji ber ewlehiya wan, me leşkerên xwe ji herêma operasyonê vekişand.”

Wezareta Parastinê ya DYE’yê (Pentagon) diyar kir wan leşkerên xwe yên Emerîkan ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişandine ya ku dibe operasyon lê were kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em hê jî li ser fikra herêma ewle ne” û diyar kir kir ku DYE hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê neguherandiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Mixabin Tirkiye yekalî tevgeriyaye” û Trûmp haya wezaretê ji biryara vekişandina leşkeran çêkiriye.