Pentagon: Di mijara S-400’an de helwesta me ne guheriye

Mark Esper ê ku bi wekalet Wezareta Parastinê ya Emerîkayê birêve dibe têkildarî girtina sîstema parastinê ya hewayê S-400 a ji bo Tirkiyeyê axivî û got helwesta Emerîka ya di vê mijarê de nehatiye guhertin.

Mark Esper diyar kir ku ji girtina S-400’an agahiya rêveberiya Washîngtonê jê heye û got di vê mijarê de, di sekna welatê wan de ti guhertînek nîne.

Esper ragihand ku têkildarî mijarê wê saetên pêşiya me bi rêya telefonê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlîsî Akar re baxive.

Çengê rêveberiya Emerîkayê kongreyê jî nerazîbûn nîşanî teslîmata S-400’an da.

Senatorê Partiya Demokratk Marylandê Chrîs Van Hollen li ser Twîtterê daxuyanî da û got, Tirkiyeyê tercîha herî xirab a ku mutefîkek neke, kir.

Hollen diyar kir ku eger Tirkiyeyê dev jî vê pêngava xwe bernede wê balafirên F-35’an negre.

Berdevkê Kremîlnê Dîmîtrî Peskov jî got; “Her tişt li gorî peyman û lihevkirina hatî îmzekirin bi awayekî guncaw tê birêvebirin.”