Di raporeke Wezareta Parastinê ya DYE'yê (Pentagonê) de hate îdîakirin ku fuzeyên balîstîk jî di nav de Çînê kapasîteya xwe ya çekên nukleerî zêde kiriye. Di raporê de hate îdîakirin ku kapasîteya çekên nukleerî ya heyî heta sala 2030'î dibe ku bibe du qat.
Li gorî raporê, artêşa Komara Gel a Çînê ji gelek aliyan ve xwe gihandiye artêşa Emerîkayê. Di nava van de keştiya şer, fuzeyên krûvazor û sîstema parastina hewayî jî hene.
Di raporê de hate ragihandin ku li ber destê Çînê 200 fuzeyên bi serikên nukleerî hene. Lê belê gelek analîst dibêjin ku ev hejmar derdora 300'î ye. Di raporê de tê îdîakirin ku ev kapasîte wê di nava 10 salan de bigihêje du qatan.
Di dewama raporê de hate diyarkirin ku heta sala 2050'î dibe ku Çîn ji aliyê leşkerî ve xwe bigihîne artêşa Emerîkayê, dibe ku derbas jî bike.