Parvekirina agahiyên krîptokirî ewlehiya sîber qels dike!

Gelek serwîsên îstîxbaratê yên welatan bi daxuyaniyeke hevpar ji şîrketan xwestin ku hemû daneyên takekesî par ve bikin, li dijî vê sazîyên rêxistinên civakî yên navnetewî û şîrket li dij vê ne.

Di daxuyaniya hevpar a ‘Fîve Eyes’ (Çavê Pêncan) de, ku ji serwîsên veşartî yên DYA, Brîtanya, Kanada, Avûstralya û Zellandaya nû pêk tê, ji şîrketên endustrîyel xwestibûn ku hevkariya xwe bi wan re zêdetir bikin. Di daxuyaniyê de hatibû xwestin daneyên şexsî yên krîptokirî werin parvekirin, ku bi biryara dadgehê jî mirov nikare xwe bigîne van agahiyan şîrketan.

EV DIKARE BIKEVE DESTÊ RÊXISTINÊN SÛC DE JÎ, NE TENÊ YÊ ÎSTÎXBARATAN

Li dijî vê daxwaza 5 welatan a bi rengekî bêsînor bikaranîna daneyên şexsî, nivîs û agahiyan ji saziyên cuda helwest hate nişandan. Gren Nojeîm li ser navê saziya Center for Democracy & Technology daxuyanî da û got, parvekirina agahiyên şexsî yên krîptokirî yên bi dewletê re dibe ku van agahian bixe destê korsan, rêxistinên sûc û kesên din ên ‘bi niyeta xirab’.

EWLEHIYA SÎBER ZÊDE NAKE WÊ KÊM BIKE

Nojeîm got di demeke wiha de ku li cîhanê gelek hikûmet biryardar in ku ewlehiya sîber pêk bînin, kirina tiştekî wiha wê ewlehiya sîber kêm bike.

Rêxistina Navnetewî ya Efûyê (AI) jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, ‘’Ev ê ewlehiya me pêk neyine, berovajî, wê ewlehiya her kesî qels bike’’.

Şîrketa Electronic Privacy Information Center jî got daxwaza welatên Fîve Eyes ‘ji bo demeke kurt e û kontr prodûktîf’ e.

Ev daxwaza parvekirina agahiyên krîptokirî ya  Fîve Eyes, piştî lihevkirina parvekirinekê ya di navbeyna DYA’yê û Apple de hat. 2015’an piştî êrîşa li San Bernardîno ku di encama êrîşê de 14 kes hatibû kuştin, Bûroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ku lêpirsîn li ser bûyerê dikir ji Apple xwestibû ku bikaribin xwe bigihînin naveroka agahiya krîptokirî. Şîrketê jî ev qebûl nekiribû û FBI’yê ev mijar biribû dadgehê.