Parlementoya Iraqê li ser daxwazên parlementeran dicive

Serokatiya Parlementoya Iraqê bersiv da daxwaza lezgîn a civîna 81 parlementeran a têkildarî encam hilbijartin û nîqaşkirinê. Parlemeto roja Şemiyê wê bicive.

Piştî ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dawî bû, gelek alî ji encaman nerazîbûn. Bi taybet li Herêma Kurdistanê gelek partî û hizib nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li ser vê mijarê herî dawî îro 81 parlamenterên Parlamentoya Iraqê ku ji fraksiyonên cuda pêktên, daxwaznameyek radestî Serokatiya Parlamentoya Iraqê kirin. Di daxwaznameyê de daxwaz hat kirin ku bi awayek lezgîn rûniştinek ya parlamentoyê ji bo encamên hilbijartinê were lidarxistin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî vê êvarê bi daxuyaniyekê bersiva parlamenteran da û ragihand; "Li ser daxwaza 81 parlamenteran, wê parlamento li gorî madeya 58 'an û madeya 28'an ya sîstema navxweyî ya Parlamentoyê, wê parlamento roja Şemiya bicive."

Li gorî daxuyaniya Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî wê di civînê de Komîsyona Bilind a Hiblijartinên Iraqê ji amade be û wê di civînê de guftugoyê li ser hilbijartinên 12'ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê û pirsgirêkên derketine bi taybet ên li Kerkûkê bikin.