Parlementer Elcebûrî: Tirkiye dixwaze Iraqê dagir bike

Parlementera bajarê Mûsilê Întîsar Elcebûrî bêdengiya Iraqê ya li hemberî destwerdanên Tirkiyê ya li ser xaka Iraqê rexne kir û hişyar da ku Tirkiye dixwaze xaka Iraqê dagir bike.

Parlementera Iraqê Întîsar Elcebûrî bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk wê bi bombebaranê tenê sînordar nemîne û di heman demê de Enqere ji dixwaze xaka Iraqê bi awayeke eşkere dagir û tevlî xaka xwe bike.

Elcebûrî îro daxuyaniyek da û got: “Em ji vê yekê heyirî dimînîn ku çawa dibe hikûmeta Iraqê li hemberî wan nêzîkatiyên dewleta Tirk ya ji me dixwaze ku em xaka Iraqê radestî wan bikîn. Hemû wezîrên hatine cezakirin ne di wê astê de bûn ku bersiva nêzîkatiyên dewleta Tirk a li hemberî Iraqê bidin.”

Dîsa Întîsar Elcebûrî bal kêşand li ser firsendgeriya dewleta Tirkiyê û wiha pêde çû: “Ji ber ku ji 2003’an heya niha Wezareta Derve ya Iraqê hatî cezakirin, dewleta Tirkiye jî vê yekê weke fisendekê ji xwe re dibîne û heya niha hewl dide ku armancên xwe pêk bîne.”