Parlamenta Ewropa jî wê li Zuckerberg guhdarî bike

Rêveberê Facebookê Mark Zuckerberg ku agahiyên bi dehan milyon bikarhênerên xwe da şîrketekê, wê ji endamên Parlamenta Ewropayê re jî biaxive.

Meha Adarê eşkere bûbû ku Facebookê agahiyên 87 milyon bikarhênerên xwe bi rengekî bê ûsil daye şîrketa bi navê Cambridge Analytica ku navenda wê li Londonê ye. Derkete holê ku şîrket ji bo kampanya serokatiyê ya Serokê DYA Donald Trump a sala 2016'an xebitîbû.

Piştî ku skandal eşkere bû, rêveberiya Facebookê bû hedefa rexneyan. Piştî DYA, rêveberiya Facebookê wê niha jî derkeve pêşberî parlamenterên Ewropayê.

Damezrîner û rêveberê payebilind ê Facebookê Mark Zuckerberg wê hefteya bê li Parlamenta Ewropayê ji parlamenteran re biaxive. Serokê Parlamenta Ewropayê Antonio Tajani eşkere nekir ku wê kîjan rojê li Zuckerberg guhdarî bikin.

Balkêş e ku Zuckerberg wê 23'ê Gulanê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re jî rûnê.

Parlamenta Brîtanyayê jî dixwest li rêveberê Facebookê guhdarî bike. Lê belê şîrketê yek ji rêveberên xwe yên payebilind Mike Schroepher şandibû Londonê.