Parlamenta Awûstûryayê qedexekirina bûrka erê kir

Parlamenta Awûstûryayê, pêşnûmeya li ser qedexekirina lixwekirina bûrka û belavkirina Quranê li qada cemaweriyê, erê kir.

Hikumeta Awûstûryayê, qedexekirina bûrkayê di meha Adarê de qebûl kiribû. Roja Çarşemê jî li Konseya Neteweyî dengdan hat kirin û parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO) û Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) paketa 'entegrasyonê' ku qedexeya navborî jî di nav de ye, erê kirin.

Piştî ku parlamenteran erê kirin, li qada cemaweriyê lixwekirina kincên ku temamiya rûyê mirovan dinixumîne, qedexe bû.

Li gorî pêşnûmeyê, kesên vê qedexeyê binpê bikin wê heta 150 Euro cezayê pere lê bê birîn. Belavkirina Quranê li qada cemaweriyê jî hate qedexekirin.

Di qanûnê de her wiha hat ferzkirin, ku yên serlêdana penaberiyê kirine divê qursên Elmanî û entegrasyonê biqedînin. Yên tevlî qursan nebin jî wê alîkariya malî ya ji wan re tê dayîn bê birîn.