Paragûay sefaretxaneya xwe ji Qudsê dibe Tel Avîvê

Piştî ku DYA'yê Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir, Paragûayê jî destek da vê biryarê. Lê belê Paragûayê biryar da ku sefaretxaneya xwe ya bilind li Tel Avîvê vegerîne.

Wezîrê Karên Derve yê Paragûayê Lûîs Alberto Castîglîonî diyar kir ku wan biryar dane, sefaretxaneya xwe ya bilind a li Qudsê vegerînin Tel Avîvê. Wezîr îdîa kir ku bi vê biryarê re ew dixwazin destekê bidin hewldanên dîplomatîk ên ji bo pêkhatina aştiya li Rojhilata Navîn.

Hikumeta Îsraîlê nerazîbûneke tund nîşanî biryara Paragûayê da û bang li Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li Paragûayê hate kirin ku vegere Wezareta Karên Derve. Piştre daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê ya li Paragûayê hatiye girtin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp par meha Kanûnê îlan kiribû ku wê Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas bikin. Di çarçoveya vê biryarê de DYA'yê roja 14'ê Gulanê Sefaretxaneya xwe ya bilind a li Qudsê vekiribû. Piştre, Paragûay jî di nav de hin ewlatan sefaretxaneya xwe biribûn Qudsê.