Pakistanê êrîş bir ser Îranê: 4 zarok û 3 jin mirin

Piştî êrîşa Îranê ya li ser Pakistanê, Pakistanê jî bi heman hincetê êrîşî Îranê kir. Li gorî medya Îranê herî kêm 3 jin û 4 zarok mirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Îrnayê, du roj piştî êrîşên Tehranê yên li ser 'hedefên terorîst' ên li Pakistanê, sibeha Pêncşemê (18'ê Çileyê) li başûrrojhilatê Îranê teqîn çêbûn.

Ajansa Îrnayê di nûçeya xwe de ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî ji eyaleta Sistan-Belûcistanê, diyar kir ku li herêmên cuda yên li derdora bajarokê Saravanê gelek teqîn çêbûn.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, herî kêm 3 jin û 4 zarok hatin kuştin. Televîzyona dewletê ragihand ku Pakistanê bi fuzeyan êrîş bir ser gundekî li nêzî sînor.

Alîkarê waliyê eyaleta Sistan-Belûcistanê Alîreza Marhamatî got, "3 jin û 4 zarok ku hemû ne welatiyên Îranê bûn, hatin kuştin."

Çavkaniyeke îstîxbaratê ya Pakistanê beriya demeke kurt daxuyaniyek da AFP'ê û îdîa kir ku li hemberî komên serhildêr ên li Îranê, artêşa Pakistanê êrîş pêk aniye.

Rayedar anî ziman ku beriya vê êrîşê, di êrîşeke Îranê de 2 zarok li xaka wan hatin kuştin û got, "Dikarim piştrast bikim ku me tenê êrîş bir ser komên çekdar ên li Îranê yên li dijî Pakistanê."