NY'yê bikaranîna mayinan a li dijî sivîlan şermezar kir

Neteweyên Yekbûyî (NY) di şerê navxwe yê Libyayê de bikaranîna mayinên antî personel bi zimanekî tund rexne kir.

Mîsyona NY'yê ya li Libyayê MANUL'ê êrîşa li ser sivîlan a li Trablûsê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bikaranîna mayina antî personel a li hin taxên bajêr a li dijî sivîlan bi zimanekî tund şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin li herêmên Eyn Zara û Silehedînê mayinên ku di malên sivîlan de yan jî li nêzî malên wan hatine datîn bûne sedema mirin û birînarbûna sivîlan.

Hikûmeta Trablûsê îdîa dike li derdora paytextê bi destê hêzên Hefter, mayinên Rûs li malan hatine danîn.