NY: Li Xezzayê her kes dikare bê kuştin

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî işaret bi rewşa xetere ya li Xezzayê kir û diyar kir, gefê bixwe ya jî nexwe, her çalakger dikare ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bê kuştin.

Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Rubert Colville li Cenevreyê ji çapemeniyê re axivî û got, "Xuya ye kesekî ji rêzê jî dikare bê kuştin." Colville bi bîr xist ku 'hêza kujer' di hiqûqa navneteweyî de weke 'çareya dawî' dikare bê bikaranîn.

Colville diyar kir ku piraniya kesên li Xezzayê hatine kuştin ji aliyê sekvanan ve hatine kuştin û yek ji qurbaniyan jî mirovekî seqet e: "Gelo mirovekî her du lingên wî nîne, wê çawa karibe gefê bixwe?"

Li Xezzayê roja Duşemê hêzên Îsraîlê êrîş biribûn ser çalakiyên protestoyî yên Xezzayê û nêzî 60 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 2.400 kes jî birîndar bûbûn.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeid Raad el Huseyîn jî got, berpirsyarên vê yekê divê hesab bidin.

Wekî din, DYA li pêşiya Neteweyên Yekbûyî bû asteng ku li ser daxwaza lêpirsîneke serbixwe ya li ser bûyerên li Şerîda Xezzayê daxuyaniyê bide.