NY: Li Sûriyeyê di nava du hefteyan de 270 hezar kesan koç kirin

Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku li Başûrê Sûriyeyê ji ber operasyonên hêzên rejîmê di nava du hefteyan de 270 hezar kesan ji warên xwe koç kirine.

Berdevkê Komîseriya Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Mûhammed Hawarî li Ammanê daxuyanî da û got “Em li bendê bûn ku kesên ji cihên xwe koç kirine, nêzî 200 hezaran bin. Lê a niha ev hejmar 270 hezar derbas kiriye.”

Li Başûrê welat operasyon tên domandin û ji aliyê din ve jî di navbera Rûsyayê û komên çekdar muzakere tên meşandin. Hêzên rejîmê roja Yekşemê çar herêm û li nêzî sînorê Urdunê jî bajarek xistin bin kontrola xwe. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, rejîma Rûsya û Şamê di navbera koman çekdar de cihêkariyê dikin. Hin kom bi erênî nêzî muzakereyan dibin, lê hin komên din jî muzakereyan red dikin.

Artêşa Sûriyeyê  di 19’ê Hezîranê de li herêma Derayê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Bajarê Derayê di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de bûye du parçe.

Di destpêka operasyonê de bi tenê 30 ji sedê wîlayeta Derayê di destê rejîmê de bû. Li gorî Mala Çavdêriyê qadên di bin kontrola rejîmê de bûye 58,8 ji sedî. 34,6 ji sedê herêmê di destê komên çekdar û 6,6 ji sedê herêmê jî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ye.