NY: Li Kongoyê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin

Par ji ber hêla Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê di şerê navxweyî de bi hezaran mirov hatibûn kuştin û derdora nîv milyonî kes ji bêgavî koç kiribûn.

Komîserê Payebilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mîchelle Bachelet bal kişande ser komkujiya sivîl ku di şere di navbeyna artêşa Komara Demokratîk a Kongoyê (RDC) û komên çekdar de ev komkujî pêk hatibû. Bachelet diyar kir tenê di çend mehên dawî de hezar û 300 sivîl di şer û êrîşan de hatin kuştin û derdora nîv milyonî jî kes jî ji bêgavî malên xwe berdane.

Bachelet di daxuyaniya çapemeniyê de got di êrîşên RDC'ê de sûcên dijî mirovahiyê û sûcên şer hene.