NY'ê xwest pirsgirêka Karabagê bi danûstandinan bê çareserkirin

Şerê navbera Ermenistan-Azerbaycanê bi tevdana Tirkiyeyê bêhtir sor dibe. Neteweyên Yekbûyî ji bo çareseriya vî şerî bi rêya danûstandinan bang kir.

Têkildarî şerê li Karabagê ku piraniya nifûsa xwe Ermen in, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres daxuyaniyek da û bang kir ku pirsgirêk bi rêya danûstandinan bê çareserkirin.

Berdevka Gûterres Spehane Dûjarrîc daxuyanî da û diyar kir ku Sekreterê Giştî Gûterres bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re axiviye. Hate ragihandin ku Gûterres ji lîderên her du welatan xwestiye ku şer tavilê bê rawestandin û dest bi danûstandinan bikin.

Li gorî daxuyaniyê, Gûterres fikarên xwe yên li ser şer parve kir û ji her du aliyan xwest ku xwe ji gotinên "tevdan û sorkirinê" vegirin.

Hate destnîşankirin ku Sekreterê Giştî her wiha diyar kiriye ku ew piştgiriyê dide hewldanên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê yên ji bo rawestandina şer.

Her du welat, di dema jihevketina Yekîtiya Sowyetan de li ser Karabagê şer kirin û di encamê de 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Şer salên 1990'î bi serketina leşkerî ya Ermenan bi dawî bû û li Karabagê komarek hate ragihandin ku tenê ji aliyê Ermenistanê ve tê naskirin.

Şer hefteyên dawî ji nû ve dest pê kir û tê gotin, ji her du aliyan bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane.

Herî dawî hikumeta Ermenistanê nerazîbûn nîşan dabû ku Azerbaycan bi sorkirina Tirkiyeyê provokasyonên xwe zêde kiriye.