Nûnerê Polîtîkaya Derve ya YE’yê diçe Tirkiyeyê

Di demekê de nakokiyên di navbera Fransa û Tirkiyeyê de zêde dibe Nûnerê Polîtîkayên Derve ya YE’yê Josep Borelle 6’ê Tîrmehê diçe Tirkiyeyê.

Berdevkê Josep Borrell Peter Stano got: “Em ê pirsgirêk û çareseriya pirsgirêkan nîqaş bikin.”

Stano bi gotina: “Tirkiye namzetekî yê YE’yê ye, welatekî bi NATO’yê re îtifaqe” bibîr xist.

Serdana Borrel a 6’ê Tîrmehê di demekê de ku di navbera Fransa û Tirkiyeyê de li ser mijara Lîbyayê nakokî zêde pêk tê.

Fransa nerazîbûn nîşanda ku Tirkiye ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya NY’yî ya li ser Lîbyayê binpê kiriye, da.

Her wiha Fransa daxwaz kir ku di civîna Wezîrên Karê Derve ya YE a 13’ê Tîrmehê nelihevkirinê di navbera Tirkiye û YE’yê de jî bên nîqaşkirin.

Her wiha wezîrên Ewropî diyar kir ku tevî guşarên YE’yê wê xebatên sondajê yên derqanûnî yên Tirkiye ku li peravên Qibrisê dikin jî bikin rojev.

Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan sînyalê di van dosyayan de guşarên nû hene jî da.

Her wiha wê Pêncşema bê jî Parlementoya Ewropayê jî bicive. Wezîrê Elman ê koma Partiya Gel a Ewropa ya li parlementoyê Manfred Weber got: “Yekîtiya Ewropayê li ber van êrîşan bêdeng namîne.”Lê li gorî AFP’ê çavkaniyeke dîplomatîk Yekîtiya Ewropa ji şantajekî din a koçberan a Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi fikar in.