Nîv milyon kes ji Sûdanê reviyane, du milyon kes bûne koçber
Ji Serkomîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Fîlîppo Grandî ragihand ku ji ber pevçûnên li Sûdanê bi hezaran kes ji welêt reviyane û nêzîkê du milyon kes mexdûrên koça navxweyî ne.
Ji Serkomîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Fîlîppo Grandî ragihand ku ji ber pevçûnên li Sûdanê bi hezaran kes ji welêt reviyane û nêzîkê du milyon kes mexdûrên koça navxweyî ne.
Grandî ku li Naîrobiyê civîna çapemeniyê li dar xist, got: “Ji destpêbûyîna pevçûnan heta bi niha, zêdeyî nîvmilyonî kes ji Sûdanê hatine.”
Rayedarê NY’yê diyar kir ku 2 milyon kes ji cih û warê xwe hatine kirin.
Li gor rapora dawîn a ACLED’ê ku rêxistineke civakî ya sivîl e, ji nîvê meha Nîsanê ku pevçûn dest pê bûne ta bi niha, li Sûdanê zêdeyê du hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye.
Serkomîser Fîlîppo Grandî hişyar kir ku ger pevçûn berdewam bin wê koçkirina li Sûdanê berdewam be.
Civaka navneteweyî da zanîn ku ew ê 1,5 milyar dolar ji bo alîkariyê ji Sûdanê re veqetîne.