Niha jî qedexeya hewayî li ser Qatarê hate danîn

Misirê 'heta fermaneke din' qada hewayî li ser balafirên Katarê girt. Tê got, Siûdî û Bahreyn jî wê heman biryarê bidin.

Bahreyn, Siûdî, Yemen, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Maldîv û hikûmeta rojhilatê Libyayê û Misr jî di nav de hin welatên kendavê ragihandibûn ku wan 5’ê Hezîranê bi Qatarê re têkiliyên dîplomatîk birîne. Van dewletan bi hinceta ku 'Qatar destekê dide rêxistinên terorîst' ev biryar dabûn.

Piştî biryara van welatan ku qadên hewayî ji balafirên Qatarê re girtin, balafirên ku wê ji Qatarê rabin û bi rojava de biçin, divê li derdora welatê cîran bifitilin.

Rayedarekî Somalî diyar kir balafirên Qatarê yên ku qada hewayî ya welatê wan bi kar anîne roja Duşemê pir zêde bûne.

Serokkomarê Tirk Erdogan bi Mîrekê Qatarê Şêx Temîm bîn Hemed El Sanî, bi Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn, Mîrekê Qûwêtê Şêx Sebah El Ehmed El Sebah û Qralê Siûdî Selman bîn Ebdûlezîz El Siûd re li ser mijarê bi telefonê axivî.

Wezareta Karên Derve ya Qatarê diyar kir biryarên têkildarî wan ên di van demên dawî de bi wê mebestê ne ku li ser wan serweriyê deynin.