Neteweyên Yekbûyî: Serdegirtin ji ber sorkirina nefretê bû

Neteweyên Yekbûyî li ser avêtina ser avahiya Kongreyê ya li DYE'yê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev yek encama teşwîqkirina tundî û nefretê bû.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet li ser serdegirtina avahiya Kongreyê ya DYE'yê Capîtoleyê axivî.

Bachelet bal kişand ser gotinên sorkirinê yên Serokê DYE'yê Donald Trûmp û diyar kir ku divê Trûmp gotinên 'derewîn û metirsîdar biterikîne'.

ENCAMA TUNDÎ Û SORKIRINA NEFRETÊ

Komîsera Neteweyên Yekbûyî ya ji Mafên Mirovan Berpirsyar destnîşan kir ku di encama tundî û sorkirina nefretê de alîgirên Trûmp ketin hundirê avahiyê û bûyerê bandoreke mezin li wan kiriye. Bachelet bal kişand ser bandora îdîayên Trûmp ên li ser 'hîleya di hilbijartinê' de.

Bachelet destnîşan kir, ku girîng e li gel serdegirtinê jî pêvajoya dengdana li ser encamên hilbijartinê ya li DYE'yê dewam kiriye.