Neteweyên Yekbûyî ambargoyek din danî ser Koreya Bakur

Neteweyên Yekbûyî ji ber bernameya nukleer û ceribandina fuzeyan biryar da ku bila 32 berhem neçin Koreya Bakur.

Komîteya Neteweyên Yekbûyî a ku ambargoyên li ser Koreya Bakur kontrol dike, 32 berhemên li lîsteya berhemên ku firotina wan qedexe ye, zêde kir.

Di nav van berheman de odeyên vakûmî, pergalên cemidandinê, makîneyên rontgenê yên bi flaş, cîhaza serwerxtbûna sîsmîk hene. Ev berhem ji bo guheztina malzemeyên radyoaktîf jî tên bikaranîn, ji ber vê jî firotina wan hate qedexekirin.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara ambargoya li ser Koreya Bakur qebûl kiribû û daxwaz kiribû ku ev berhem bila werin kontrolkirin.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji sala 2006’an û vir ve 9 biryarên ekonomîk û leşkerî yên têkildarî Koreya Bakur erê kir.