Netanyahû ji ber gendeliyê hate şermezarkirin

Li Îsraîlê bi hezaran kesî Serokwezîr Benyamîn Netanyahû şermezar kirin ku ji ber gendeliyê lêpirsîn lê hatiye vekirin.

Li dijî Netanyahû, ku ji ber lêpirsîna gendeliyê heft caran îfade da polîsan, xwepêşandanên girseyî tên lidarxistin.

Xwepêşandêrên li Bûlwara Rotschîld a Tel Avîvê li hev civiyan, li dijî Netanyahû dirûşm qîriyan û heta meydana Habîma meşiyan.

Netanyahû di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de heft caran îfade dabûp olîsan. Hevsera Netanyahû Sara Netanyahû jî ji ber heman lêpirsînê îrade dabû. Di lêpirsîna dijî Netanyahû de tê îdîakirin ku "Netanyahû pere ji karsazan standiye, bazarî bi patronekî medyayê re kiriye ku ji bo wî weşanê bike û di mijara keştiyên binê avê de yên ji Elmanyayê hatine kirîn karên ne li rê kiriye."