Nerazîbûna Atînayê ya li şandina 'Orûç Reîs': Gefê li aştiyê dixwe

Hikumeta Yewnanistanê jinûve şandina keştiya lêkolîna sîsmîk Orûç Reîs a dewleta Tirk ber bi Derya Spî ve mehkûm kir û destnîşan kir ku ev yek yekser gefê li aştî û ewlehiya heremê dixwe.

Dewleta Tirk keştiya Orûç Reîs li gel du keştiyên şer ji nû ve şand rojhilatê Derya Spî. Hate ragihandin ku keştî wê ji 12'ê Cotmehê heta 22'ê Cotmehê li herêmê be.

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku jinûve şandina keştiyê li ser ewlehî û aştiya herêmê gefeke yekser e.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de ji bo Tirkiyeyê hate gotin, "Bawerî pê nabe" û "bi rengekî eşkere diyalogê naxwaze." Wezaretê diyar kir ku Tirkiye ji Lîbyayê heta Derya Egeyê, Qibris, Sûriye û Iraqê, niha jî li Qerebaxê, "faktorê bingehîn ê nearamiyê" ye li herêmê.