Navenda şewba vîrûsê Ewropa: Li Îtalyayê 250 kes mirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku baregeha navenda Covîd-19’an a pendemiya nû Ewropa ye. Li Îtalyayê di nava 24 saetan de 250 kes mirin. Li Fransayê jî hejmara miriyan derket 79’an.

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesûs diyar kir ku hejmara kesên rojane li Ewropayê bi vîrûsê dikeve, ji demê herî zêde li Çînê belav dibû zêdetire. Ghebreyesûs ragihand ku baregeha navenda pendamiyê Ewropa ye.

Ji yek berpirsên WHO’yê Maria Van Kerkhove got: “Ne mimkûne ku bikaribin bêjîn wê kengê ev vîrûs bigihêje lûtkeya cihanî.”

Kerkhove bi domdarî got: “Ev wê girdayî helwesta van welatan a nîşanî bûyera yekem a vîrûsê ve girêdayî be”.

Li Îtalyayê di nava 24 saetan de 250 kes mirine. Bi giştî hejmara kesên mirine 1266 kes in. Dîsa 17 hezar û 600 kes jî bi vîrûsê ketine.

Di saetên şevê de li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê ya Fransayê ve hate dayîn, li welat 3 hezar û 666 kes bi vîrûsê ketine. Hejmara kesên mirine jî derketiye 79’an. Wezîr Olîvîer Veran got: “Bi lez vîrûs li welatê me belav dibe.”

Di meha Kanûnê de li Çînê derketina koronavîrosa nû, li tevahiya cihanê bû sedema mirina 5 hezar kesan. Hejmara kesên ku bi vîrosê ketine gihişte 140 hezaran. Ji ber sînordar testkirina li hinek welatan, tê texmînkirin ku ji hejmara ku hatî diyarkirin gelek zêdetire.