NATO wê ji Şerê Sar û vir ve tatbîqata xwe ya herî mezin pêk bîne

Tifaqa Atlantîk NATO, wê ji Şerê Sar û vir ve tatbîqata xwe ya herî mezin a leşkerî pêk bîne. Hate ragihandin ku tatbîqat wê ji hefteya bê û pê ve destpê bike û 90 hezar leşkerên NATO'yê tevlî bibin. Tatbîqat wê bi mehan dewam bike.

Fermandarê Bilind ê Hevalbendên Ewropayê (SACEÛR) Generalê Emerîkî Chrîstopher Cavolî roja Pêncşemê li Brukselê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Tatbîqat wê bibe nîşaneya herî şênber a yekîtî, hêz û biryardariya me ya parastina hev."

Tatbîqat wê ji Atlantîkê heta bi baskê rojhilat ê NATO'yê çend mehan dewam bike. Li gorî zimanê tifaqê, tifaq wê li dijî 'dijminekî mezin' bi rengê senaryoya şer bê kirin û ji ber vê yekê jî bêyî ku nav bê bilêvkirin wê işaret bi Rûsyayê bê kirin ku beriya du salan li Ûkraynayê dest bi şerekî berfireh kir.

General Cavolî anî ziman ku di tatbîqatê de wê ji 'Bakurê Emerîkayê' yekîne li parzemîna Ewropayê bêne zêdekirin.

Nêzî 50 keştiyên şer, 80 balafir, 1,100 amûrên şer wê tevlî 'lîstika şer' bibin ku ji Şerê Sar ê navbera Yekîtiya Sowyetan û Tifaqa Atlantîk, ji Tatbîqata Reforger a sala 1988'an û vir ve tatbîqata herî mezin e.

Serokê Komîteya Leşkerî ku ji serokên fermandariya giştî yên 31 endamên NATO'yê pêk tê, Amîral Rob Baûer ê Hollandî di heman civîna çapemeniyê de got, "Ev yek hejmareke rekorê ya leşkeran e."

Wezîrê Parastinê yê Qraliyeta Yekbûyî Grant Shapps roja Duşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tenê Qraliyeta Yekbûyî wê di çarçoveya vê tatbîqatê de 20 hezar leşkeran bi cih bike.

Amîralê Hollandî Rob Baûer diyar kir ku yekîneyên bejahî yên Rûsyayê li Ûkraynayê zerareke cidî dîtin, lê belê hêzên deryayî û hêzên hewayî yên Rûsyayê hîn jî bi rengekî xurt mane.

Ji destpêka şerê Ûkraynayê û vir ve ku Sibata 2022'an destpê kir Tifaqa Atlantîk bi hezaran leşker şand û baskê rojhilat ê tifaqê xurtir kir.