NATO li cihekî krîtîk ê Baltikê dest bi tetbîqatê kir
Welatên endamê NATO'yê, li herêma Sûwatkî ya li bakurrojhilatê Polonyayê, dest bi tetbîqata leşkerî kirin.
Welatên endamê NATO'yê, li herêma Sûwatkî ya li bakurrojhilatê Polonyayê, dest bi tetbîqata leşkerî kirin.
Ev herêm, ji bo hevalbendiya NATO'yê ya li Baltikê weke cihekî krîtîk tê dîtin.
Tetbîqat li herêmeke ji 60 heta 100 kîlometreyî ya li ser sînorê Lîtûanya û Polonyayê tê kirin.
Ev herêm di navbera Kalînîngradê û hevalbendê nêz ê Rûsyayê Belarûsê de cih digire.
Li gorî pisporan, dagirkeriyeke gengaz a li vê nuqteyê, dikare sê endamên NATO'yê Estonya, Letonya û Lîtûanyayê îzole bike.
Moskowa nerazî ye, ku hêza zêde ya NATO'yê li herêmê, hevsengiya hêzan binpê dike.
Çînê jî ragihand, di dawiya meha Tîrmehê de wê li Deryaya Baltikê hêzên deryayî yên Rûs û Çînê tetbîqatê bikin.
Çîn û Rûsya, ji sala 2012'an û vir ve her sal bi rengekî alternatîf tetbîqatan dikin.