Nasrallah: Îran bi wê zerengiyê ye ku dikare Îsraîlê bombe bike

Hîzbûllah got di şerê DYE û Îranê de wê Israîl bêalî nemîne û got, Îran bi wê zerengiyê ye ku li Israîlê bixe.

Lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasralllah ku ji televizyona El Manar re axivî, got, di şerekî pêkan de, ê di navbeyna Emerîka û Îranê de Israîl wê bêalî nemîne. Nasrallah go di şerekî wiha de Îran bi wê zerengiyê ye ku dikare Israîlê bombe bike. Nasrallah got, ''Ew zerengiya Îranê heye ku bi rengekî xurt û bêdilrehmî dikare Israîlê bombe bike.''

Nasrallah got ku DYE şerê Îranê bike wê çavVê wê li ser Israîlê be û got, şerekî pêkan dema ku îhtîmala ku ''Israîlê ji nexşeyê rake'' bi xwe re anî, Washîngton wê biryara xwe biguherîne.


Nasrallah got astengkirina şerê DYE'yê yê li dijî Îranê  ''berpirsyariyeke kolektîf'' e  û bi domdarî diyar ki ti sûda şerekî wiha wê li Siûdî û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî nebe.