Nasnameya 2 ji 3 êrîşkarên li Londonê eşkere bû

Hat ragihandin, nasnameya 2 ji 3 êrîşkarên şeva Şemiyê li paytexta Îngilîstan Londonê êrîş kirin, eşkere bûye.

Di daxuyaniya polîsê Brîtanyayê de, nasnameya 2 ji 3 êrîşkarên bi kêran 7 kes kuştin, hate eşkerekirin. Hat gotin, ev êrîşkar Khûram Shazad Bûtt ê 27 salî û Rachîd Redoûane yê 30 salî ne.

Li gorî polîsan, Khûram Bûtt welatiyekî Brîtanyayê bû, ku bi esle xwe ji Pakîstanê bû û ji aliyê MI5 ve dihate zanîn. Hat îdîakirin, ku ti nîşaneyek li ser vî kesê tine bû ku êrîşeke bi vî rengî bike.

Tê texmînkirin ku Rachîde Redoûane jî welatiyê Fas û Lîbyayê ye û ji aliyê îstîxbaratê ve nedihat zanîn.

Hewldanên ji bo tespîtkirina nasnameya êrîşkarê sêyemîn dewam dikin. Hat ragihandin 12 kesên roja Yekşemê hatin binçavkirin jî hatine berdan. Hat gotin, têkiliya van kesan bi êrîşkaran re nehatiye tespîtkirin.