NASA helîkopterê dişîne Marsê

Hate ragihandin ku ji bo ku li Marsê lêkolînan bike NASA’yê helîkopterek çêkiriye û ew ê ev helîkopter di Tîrmeha 2020’an de bifire.

Helîkoptera ku NASA’yê çêkiriye, di çarçoveya mîsyona Mars 2020’an de wê dest bi peywirê bike.

NASA’yê ragihand ku ev helîkopter ew ê di Tîrmeha 2020’an de bifire û ew 4 sal in li ser vê projeyê dixebitin.

Helîkopter dema ku biqede ew ê 2 kîloyan siviktir be û li atmosfera Marsê ew ê bi qasî 100 hezar fîtan bilind bifire.

Di şertên normal de, helîkopterek li cîhanê herî zêde dikare heta 40 hezar fîtan bilind bibe.

Tê hêvîkirin ku bi vê projeya NASA’yê ew ê têkildarî Marsê gelek tişt werin keşfkirin.