Namzetiya da Silva nehate qebûlkirin

Li Brezîlyayê wê meha cotmehê hilbijartina serokdewletiyê were kirin. Dadgeha Bilind a Hilbijartinê namzetiya da Silva qebûl nekir.

Serokdewletê berê yê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva ku ji meha Nîsanê ve girtî ye, namzetiya wî ya ji bo serokdewletiyê ji aliyê Dadgeha Bilind a Hilbijartinê ya Brezîlyayê ve nehate qebûlkirin. Ev yek hilbijartina serokkomariyê ya Brezîlyayê dixe nava rewşeke metirsîdar.

Partiya Karker daxuyaniyek da û got, "Em ê li kolanan tevî gel têbikoşin. Ji ber ku ew hêviya gel e." Partiya Karker diyar kir ku wan ji îro û pê ve bi spotan û karên mîna wê dest bi kampanya hilbijartinê kirine.

Dadgehê 10 roj wext da Partiya Karker ku ji bo namzetê xwe yê nû nîşan bide.