Muxalefeta Polonya: Me ji Tirkiyeya Erdogan ders wergirt

Li Polonyayê, Serokkomar Duda ji hêla bi 10 hezaran kesî ve tê protestokirin.


Benda muxalîf dibêje, "Me ji Tirkiyeya Erdogan ders wergirt, em ê destûrê nedin Kaczynskî û Duda ku di rêya Erdogan de diçin."

Piştî biryara Serokkomarê Polonya Andrzej Duda, ku 2018’an wê welêt bibe referandûmê, duh û îro bi deh hezaran kes li dijî hikûmetê çalakiyê protestoyî dikin. Benda muxalîf a Polonya dibêje, "Me dît ku Erdogan çi bi serê Tirkiyê anî. Em ê destûrê nedin Kaczynkskî û Duda ku dane pey rêya Erdogan."

Piştî ku bi pêşengiya polîtîkavanê mihefezakar Jaroslaw Kaczynskî  Partiya Hiqûq û Dadmendiyê 2015’an di hilbijartina xwecih de bû desthilatdar hikûmeta Polonya guherînên radîkal pêk anîbûn.

Gavên wiha avêtibûn ku serxwebûna daraz, çapemenî û saziyên din rakiribû, mafê çalakiyan sînordar kiribû, herî dawî jî rêgezar ‘cihêtiya hêzan’ bi guherîna Dadgeha Destûrê pêk anîbû. Yekîtiya Ewropa rexneyên tund li hikûmeta Polonya anîbû lê Brûksel qet guh nade.

2018 DESTNÎŞAN KIR

Serokwezîr Kaczynkskî weke Erdogan ji bo ku guherînan mayinde bike bi referandûmê dixwaze destûrê biguherîne. Kaczynskî dibêje piştî hilweşîna rêveberiya komunîst destûra ku 1997’an hatiye danîn cihêtiyê dide komunîstên berê.

Andrzej Duda u 2015’an piştî ku Kaczynskî ew endam nîşan dabû, bûbû serokkomar, Çarşemê gotibû li welêt êdî pêdivî bi nîqaşa guherîna destûrê heye. Duda diyar kir ku divê destûr li gorî hewcehiyên serdemê were nûjenkirin û dîroka referandûmê ji bo sala 2018’an destnîşan kiribû.

GEL DERKET KOLANAN

Piştî van gotinên Duda duh û îro bi deh hezaran kes derketin qadan û çalakiyên protestoyî dijî hikûmetê pêk anîn. Protestoyên bi navê ‘Meşa Azadiyê’ pêk tên ji hêla Platforma Welatiyan ve pêk tên.

Lîderê Platformê Grzegorz Schetyna li çalakiya Varoşova axivî û got, "Em ji bo Polonyayeke demokratîk û Ewropayî li vir in. Berevajî desthilatdariyê em naxwazin ji Ewropa dijminan ji bo xwe çêbikin lê em dixwazin dost û hevkaran çêbikin."

Di protesyên giştî de tê diyarkirin 100 hezar kes tevlê bûye. Protesto wê îro jî bidomin, benda muxalîf a Polonya jî dibêje desthilatdarî li pey rejîma Erdogan e.

HIŞYARIYA, ‘’TIŞA KU BI SERÊ TIRKIYÊ HAT WÊ BI SERÊ ME JÎ WERE’

Yek ji lîderê sereke yê benda muxalîf ê Polonya Alexander Hall dibêje destûra nû wê rejîmeke otorîter bîne û got, "Tişta ku Erdogan bi serê Tirkiyê de anî wê bi serê me de jî were."

Lîderê partiya muxalîf Nowoczesna Katarzyna Lubnauer jî got, "Divê em li pey Erdogan neçin, heke em biçin ev ê ji bo welatê me ne baş be û encamên baş neyîne."