Morîn: Divê endamtiya Tirkiyê ya NATO'yê were nirxandin

Wezîrê Berevaniyê yê berê yê Fransiz Herve Morîn got hewce ye hikûmeta Fransayê hebûna Tirkiyê ya li NATO'yê bide ber pirsan.

Wezîrê berê Morîn ji qenala LCI'yê re axivî û got, ''Hevalbendiya Atlantîk (NATO) tenê hevalbendiyeke leşkerî ye? Na, ev her wiha hevalbendiyeke li ser nirxên civakî ye jî.''

Morîn, ku her wiha Serokê Partiya Navendîparêz e (Les Centrîstes) got, ''Ez dixwazim Fransa û civaka navnetewî van pirsan bike'' û lê zêde kir, ''Fransa divê têra xwe tund be û rêgezên me divê werin bibîrxistin''.

XWÎN LI SER DESTÊ TRÛMP HEYE

Wezîrê berê li ser helwesta DYE'yê jî got ''kirêtî'' ye û got, ''Xwîn ketiye ser destê Trûmp''

Morîn ji bo ku Kurd tenê hatine hiştin helwest nîşan da û got, ''Yekîtya Ewropayê, DYE divê ji xwe bipirse bê ka çi dike. Yekîtiya Ewropayê û Fransa beriya her tiştî divê jixwe bipirse ji niha û pê ve ji bo herêmê û ji bo pêşî li komkujiyan bigire çi dikare were kirin.''

HEKE UEFA CEZAYÊ NEDE HEVKARÊ SÛC E

Morîn her wiha ji ber slava leşkerî ya lîstikên tîma gokê ya Tirk ku bi vê destek dane dagirkeriya Tirk jî xwest ku ji hêla UEFA'yê ve werin cezakirin. Morîn got, ''Heke UEFA  tiştekî neke hevkarê sûc e.''