Mîrnişênên Ereb leşkerên xwe yên li Yemenê kêm dike

Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ku di nava Koalîsyona Ereb de ye ya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî diyar kir ku wê hejmara leşkerên xwe yên li Yemenê kêm bike.

Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ku ji sala 2015'an ve di nava şerê Yemenê de ye, wê hejmara leşkerên xwe yên li herêmê kêm bike.

Di nûçeyê de tê ragihandin, vekişandina beşek ji leşkeran di çarçoveya aloziya bi Îranê re ye. Li gorî du çavkaniyên rojavayî Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ji bo hêzên xwe yên li Yemenê vekişîne qadeke din tedbîreke wiha wergirtiye.

Çavkaniyekî ji Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ku navê xwe eşkere nekir, agahî piştrast kir û got, "Yekîne ketin nava liv û tevgerê." Heman çavkanî diyar kir ku Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî wê di nava Koalîsyona Ereb de her bimîne.