Mijara civîna KENY rewşa başûrê rojava yê Sûriyeyê ye

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku xwe li ber dagirkirina Efrînê kerr kiriye, wê sibe li ser şerê li başûrê rojava yê Sûriyeyê bi rengekî lezgîn bicive.

Civîna lezgîn bi daxwaza endamên demkî yên KENY Swêd û Qûweytê pêk tê. Hate ragihandin ku di civînê de wê operasyonên rejîmê yên li wîlayeta Deraayê bên nirxandin.

Operasyona rejîma Sûriyeyê ku bi desteka Rûsyayê dest pê kir, du hefte li pey xwe hişt. Tê gotin ku ji ber operasyonê nêzî 300 hezar sivîl ji cih û warê xwe bûne.

Hate ragihandin ku Urdunê destûr nedaye ku sivîlên reviyan e xwe li wan bigire û bi hezaran sivîlan berê xwe dane Girên Golanê ku di kontrola Îsraîlê de ne.