Merkel dixwaze biçe Chemnîtzê

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel plan dike ku biçe bajarê Chemnîtzê. Li Chemnîtzê hefteya bihurî êrîş û xwepêşandanên nîjadperestî hatibûn kirin.

Li bajarê Chemnîtzê yê li rojhilatê Elmanyayê, piştî ku Elmanek hate kuştin, êrîş û xwepêşandanên nîjadperestî dest pê kiribûn. Tevî ku du penaberên ji Sûriye û Iraqê yên tê gotin kêr li Elmanê 35 salî xistine hatin destgîrkirin, komên Neonazî dest bi 'nêçira biyaniyan' kiribûn û di xwepêşandanên girseyî de silava Hîtler dabûn.

Piştî rûdana bûyeran, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel bi rêya telefonê bi Şaredara Chemnîtzê Barbara Lûdwîg re axivî û jê re got ku dixwaze bê bajêr. Dema serdana Merkel hîn nehatiye eşkerekirin.

Tê gotin ku Merkel dixwaze bi Chemnîtziyan re civînên "Diyaloga bi welatiyan re" lidar bixîne.

Her ku Merkel serdana rojhilatê welêt dike, komên nîjadperest û partiya rastgir a tund a bi navê Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) xwepêşandanên protestoyî lidar dixin. Merkel herî dawî meha Tebaxê serdana bajarê Dresdenê kiribû û di dema serdana wê de xwepêşandaneke girseyî ya protestoyî pêk hatibû.