Meksîkayî Serokkomarê xwe hildibijêrin, namzetê çepgir favorî ye

Meksîkayî ji bo serokkomarê xwe yê nû hilbijêrin çûn ser sindoqan. Namzetê çepgir Lopez Obrador favoriyê herî mezin e. Eger bi ser bikeve wê piştî 70 salî rewşeke nû derkeve holê.

Li Meksîkayê ku şîdet û nelirêtî lê zêde ye, dengdêr roja Yekşemê çûn ser sindoqan. Kampanya hilbijartina vê dawiyê bû kampanya herî bi xwîn û giran a dîroka welêt.

Li gorî buroya lêkolînê Etellekt, herî kêm 145 siyasetmedar hatin kuştin. Demeke kin beriya destpêkirina dengdanê, endamekî Partiya Karker a li mûxalefetê li eyaleta Mîchoacan a li rojavayê welêt hate kuştin.

Lopez Obrador ê çepgir ku favoriyê herî mezin ê hilbijartinê ye, 64 salî ye. Bi navê "AMLO" tê naskirin. Di kampanya hilbijartinê de weke namzetê li dijî sîstemê, hemû hêzên nerazî yên li gelemperiya welêt li dora xwe civand. Serokkomarê heyî Enrîqûe Pena Nîeto giraniya desteka gel ji dest da. Li gorî anketan, rêjeya dengê Borador wê bi 20 pûanan ji yê Nîeto zêdetir be. Di anketên piştevaniya Obrador de rêjeya dengên Obrador di ser 50 ji sedî re ye.

Obrador bi nîşaneya serketinê hat buroyeke dengdanê ya li paytext Meksîko û got, "Rojeke dîrokî ye. Em guhertineke rasteqîn, derfetên veguherînê temsîl dikin. Lewma îro girîng e." Obrador destnîşan kir ku wê vê veguhertinê bêyî şîdetê bi rengekî aştiyane pêk bînin. Obrador qala guhertineke ûr dike û dibêje wê pirsgirêka gendeliyê ku pirsgirêka bingehîn a Meksîkayê ye ji holê rake.

Obrador beriya niha du caran ji bo Serokkomariyê bûbû namzet, lê bi ser neketibû.

Tevî hilbijartinên Serokkomariyê, hilbijartinên giştî jî tên kirin. Bang li 89 milyon dengdêrî hate kirin ji bo dengê xwe bidin. Bi vê hilbijartinê re wê 500 wekî, 128 senator û gelek rêveberiyên herêmî û xwecihî bên hilbijartin. Tê payin ku encamên destpêkê yên fermî yên hilbijartinê wê roja Duşemê saet 4'an bên eşkerekirin.