Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo cejna Qurbanê ya 'bê qurbanî' pîroz kir

Meha Tîrmehê wê li Yewnanîstanê hilbijartinên giştî pêk werin

Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras diyar kir, hilbijartinên giştî yên berî dema xwe wê li şûna Cotmehê di 7'ê Tîrmehê de pêk werin.

Serokwezîr Aleksîs Çîpras ku partiya wî Syrîza di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de bû duyemîn, diyar kir ku hilbijartinên giştî yên berî dema xwe, wê 7'ê Tîrmehê pêk werin. Çîpras ji qenala ERT re axivî û got, ji bo hilbijartin di wê demê de pêk were wê roja Duşemê bi Serokkomar Prokopis Pavlopulos re hevdîtinê bike.

Çîpras bi bîr xist ku partiya wî di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de 23,7 ji sedî yê dengan wergirtiye û peyama ku hilbijêran daye wan fêhm kiriye. Çîpras îdîa kir, di dema desthilatdariya xwe de wan Yewnanîstan ji nava krîza aboriyê rizgar kirine û got, "Lê belê şaşitiya me ya herî mezin ew bû ku me 'rewşa westiyayî' ya gelê Yewnan nedîtine."

Di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de partiya mûxalefeta bingehîn Demokrasiya Nû (ND) 33 ji sedî yê dengan wergirtibû û bûbû partiya yekemîn.

Di hilbijartinên xwecihî de ND û partiyên din ên rastgir li 12 ji 13 herêman bi ser ketin. Her wiha Şaredariyên Bajarên Mezin Atîna û Selanîk jî wergirtin.