Meha Gulanê ya îsal bû meha Gulanê ya herî germ a heta niha

Hate ragihandin ku Gulana 2020'an bû meha herî germ a heta niha hatiye pîvandin.

Li gorî bernameya lêkolîna rûyê erdê Copernîcûs, ku ji aliyê Ajansa Fezayê ya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê ve tê birêvebirin, meha Gulanê ya 2020'an di nava mehên Gulanê yên navbera salên 1981 û 2010'an de bi rêjeya 0.63 hîn germtir derbas bû.

Li gorî raporê, germahiya Gulana îsal ji Gulanên 2016 û 2017'an jî germtir bû.

Li gorî Copernîcûsê li Sîbîryayê germahiyeke ne asayî, her wiha "gelekî neasayî" hebû.

Hate ragihandin ku germahiya li Sîbîryayê bi 10 pileyî di ser germahiya meha Gulanê yên derbasbûyî bû. Hate gotin ku qeşaya li bakur rojava û li ser çemên Ob û lenîsseî tu carî ewqasî zû neheliya bû.

Di raporê de hate diyar kirkin ku di serî de li rojavayê Alaskayê li Antarktîkayê demsala biharê gelekî nerm derbas bûye.

Sala 2019'an jî piştî sala 2016'an weke sala herî germ a duyemîn hatibû tespîtkirin. Zanyar li bendê ne ku dema navbera salên 2020 û 2024'an ji aliyê germahiya global ve bigihêje rekoreke nû.