Meclîsa Spanyayê biryara referandûmê ya Katalonyayê red kir

Weke ku dihate payin, Meclîsa Nûneran a Spanyayê, biryara referandûmê ya ku Katalonya dixwaze ji Spanyayê serbixwe bibe, red kir.

Biryara referandûma serxwebûnê ku ji aliyê Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont ve hate girtin, pêşkêşî dengdanê hate kirin.

Dengdan li Meclîsa Spanyayê pêk hat û ji 350 parlamenterên dengê xwe dan, 250 parlamenteran dengê 'na' dan. Tevî endamên Partiya Gel (PP) a bi lîderiya Serokwezîr Marîano Rajoy, endamên Partiya Sosyalîst (PSOE) û Cîûdadanos a lîberal, li dijî referandûmê deng dan.

92 parlamenterên ji Podemos a çep a radîkal û partiyên herêmî jî dengê 'erê' dan.

Tevî ku meclîsê biryara redê derket jî, tê payin ku nîqaşên li ser mijarê di hefteyên pêş de jî dewam bikin. Serokwezîr Marîoano Rajoy ji Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont xwestibû, projeya xwe ya referandûmê pêşkêşî meclîsê bike.

Pûîgdemont ragihandibû, ku ew ê di referandûma 1'ê Cotmehê de ji vê pirsê ji gel bikin: "Hûn dewleteke serbixwe ya ku bi komara Katalonyayê were birêvebirin dixwazin?"

Herêma Katalonyayê, bi nifûsa xwe ya ji 7,5 mîlyonî ji aliyê aborî ve herêma herî girîng a Spanyayê ye. Serokê berî niha yê Katalonyayê Artûr Mas jî biryara referandûmê da bû. Ji ber ku ji aliyê Meclîsa Spanyayê û Dadgeha Destûra Bingehîn ve hate redkirin, di 9'ê Mijdara 2014'an de bi rengekî sembolîk referandûm hate kirin. Ji beşdarên referandûmê 80 ji sedî deng ji bo pêkhatina serxwebûnê da bûn.