Meclîsa Fransayê daxwaza statuya Korsîkayê qebûl nekir

Meclîsa Neteweyî ya Fransayê, pêşnûmeya li ser naskirina statuya Korsîkayê, li komîsyonê red kir.

Piştî ku Serokkomar Emmanûel Macron û Serokwzîr Edoûard Phîlîppe meha Sibatê serdana Korsîkayê kirin, nîqaşên li ser statuya giravê dest pê kirin. Lê belê bi feraseta netewe-dewletiyê pêşî li vê nîqaşê tê girtin.

Hikumet ji bilî dayina 'hêviyê' ji bo Korsîkayê hîn sozek nedaye. Li ser revîsyona destûra bingehîn pêşnûmeyek pêşkêş kiribû, lê Serokê Konseya Herêma Korsîkayê Gîlles Sîmeonî bi tundî ev pêşnûme rexne kiribû.

3 parlamenterên Korsîkayê, ji bo statuya Korsîkayê di destûra bingehîn de bê naskirin, pêşniyarek kirin. Pêşniyar li komîsyona li Meclîsa Neteweyî hate redkirin. Parlamenterê Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Pûpponî û wekîlên li herêmên aliyê din ê deryayê destek dabûn wekîlên Korsîkayî.

Hikumeta Fransayê di pêşnûmeya xwe ya revîzyona destûra bingehîn de, ji bo Korsîkayê xaleke taybet vediteqîne. Lê belê erka kirina guhertin û qanûnên li ser rewşa taybet a giravê ji Parîsê re dihêle. Neteweperest jî ku li Konseya Herêmî ya Korsîkayê serwer in, destnîşan dikin ku di mijara biryardanê de lazim e erk di destê Korsîkayê de be.

Li girava Korsîkayê ku di navbera Fransa û Îtalyayê de li Derya Spî ye, mirov bi zimanê Korsîkayî diaxivin ku ev ziman ji Toskanca û Latîniya Jêrîn pêk tê. Korsîka bi 8 hezar û 722 kîlometreçargoşeyî berfireh e û nifûsa xwe jî 330 hezar e.

Fransayê bi Peymana Versaîlles a 1768'an re Korsîka bi dest xist. Ji aliyê îdarî ve xwedî statuyeke herêmê ye ku ji 2 bajaran pêk tê.