Meclîsa Fransa Qerebaxa Jor nas kir

Meclîsa Netewî ya Fransayê piraniya Qerebaxa Jor nas kir. Biryar ne bi hev ve girêdayî bû. Hikumet ji bo naskirina Qerbaxê nêz nabe.

Biryarnameya ne bi hev ve girêdayî û ji aliyê komên Komarî yên rastgir (LR) ve hatî pêşkêşkirin, li dijî 3 rayan bi 188 dengan hate pejirandin. 16 parlementer jî tevlî dengdanê bûn.

Biryara hatî qebûlkirin, bi taybet dixwaze “Qerebaxa Jor nas bike û pêvajoyeke aşitiyê çêbike.”

Senatoya Fransayê jî roja 25’ê Mijdarê biryarek ji bo naskirina Qerbaxa Jor standibû.

Parlementerê Sosyalîst Olîvîer Faûre ku wê di 6-9’ê Kanûnê de serdana Qerbaxa Jor bike got, “Em bawer nakin di bin serweriya Rûsyayê de, piştî lihevkirina agirbestê çareseriyek her timî pêk were.”

Qerebaxa Jor ku berî niha jî, ji 1988’an hetanî 1994’an bûyî mijara şerek mezin, dîsa Azerbaycanê bi piştgiriya Tirkiyê ber bi şerek nû ve bir. Di nava 6 hefteyan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, Azerbaycanê parçeyek ji herêmê dagir kir.

Roja 9’ê Mijdarê jî bi zexta Kremlîn, Ermenistan mexdûr ma ku agirbestek gelek bajarokan radest bike îmze kir.