Meclîsa Elman pirsgirêka 'Încîrlîkê' nîqaş dike
Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel ji ber ku dewleta Tirk nehişt ku wekîlên Elman biçin baregeha Încîrlikê, helwesteke tund nîşan da. Mijar hate rojeva Meclîsê.
Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel ji ber ku dewleta Tirk nehişt ku wekîlên Elman biçin baregeha Încîrlikê, helwesteke tund nîşan da. Mijar hate rojeva Meclîsê.
Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel ji Neue Osnabrûcker Zeîtungê re axivî û têkildarî ragêşiya Încîrlikê peyamên tund da.
Gabrîel got, "Ez tenê dikarim hêvî bikim ku hikûmeta Tirk di rojên pêş de fikra xwe biguherîne. Rewşe berevajî de bêguman Meclîsa Federal a Elman wê leşkerên xwe li Tirkiyê nehêle."
Gabrîel diyar kir li Tirkiyê, "welatiyên Elman bi îdîayên ne makûl ketine girtîgehê" û bi vê "nahêlin ku Elman ji Tirkiyê derkevin."
Gabrîel got, "Niha jî heke dixwazin şantajê li parlamenta Elman bikin, hatiye sînorê ku êdî nema dikare were ragirtin."
ARTÊŞA ELMAN DIVÊ DI CIH DE JI BAREGEHÊ VEKIŞE
Gelek partiyên din ên Elman jî xwestin ku leşkerên Elman ji Incîrlikê vekişin. Kesk û Partiya Çep di vê mijarê de pirsnameyek dan. Di pirsnameyê de hate gotin, "Artêşa Elman artêşa parlamentoyêye û kontrola parlamenter her gav divê pêkan be. Artêşa Elman jî ji bo vê sedemê divê demildest ji Baregeha Incîrlikê vekişe."