Malzemeyên şer ên li ser Tirkiyê têne kêmkirin

Swîsre ku di 6 mehên pêşî yên 2019'an de bihayê 272 milyon û 690 hezar û 837 Frankî malzemeyên şer firotî, malzemeyên şer ên ku difirote Tirkiyê kêm kir.

Li gorî rapora Sekreteryaya Dewletê ya ji Aboriyê Bepirs a Swîsreyê (SECO) Swîsre di 6 mehên pêşî yên 2019'an de, bihayê 272 milyon û 690 hezar û 837 Frankî malzemeyên şer firotine 58 welatan.

FIROTINA MALZEMEYÊN ŞER ÊN JI BO TIRKIYÊ HEMA HEMA RAWESTIYAYE

Swîsre ku 2017'an bihayê 65 hezar û 2018'an bihayê 95 hezar Frankî malzemeyên şer firotî Tirkiyê, di 6 mehên pêşî yên 2019'an de tenê bihayê 2 hezar û 400 Frankî malzemeyên şer firotine Tirkiyê. Li gorî salên berê dema ku mirov li rapora firotinê dinere, bala mirov dikişîne ku di firotina malzemeyên şer de li ser Tirkiyê kêm kirine.

2017'an ji ber ku rêjeya firotina malzemeyên şer ên ji bo Tirkiyê zêde bû, derdorên demokratîk ên li welêt tevgeriyabûn. Gelek parlamenterên ku bal kişandibûn ser şerê Tirkiyê yên li li dijî Kurdên navxwe û Rojava, mijar kiribûn rojeva parlamentoyê û ji Konseya Federal xwestibûn ku malzemeyên şer ên difiroşin Tirkiyê were rawestandin.

REWŞA ŞER ANÎN BER ÇAVAN

Swîsre qedexe kiriye ku malzemeyên şer bide welatê ku şerê navxwe lê ye, yan jî bide wan welatên ku malzemeyên ku wan firotine di şerê navxwe de were bikaranîn. Swîsre her çendî Tirkiye nekiribe nav vê lîsteyê jî, firotina malzemeyên şer ên li ser Tirkiyê sînordar kiribû.

Konseya Federal a Swîsreyê dema ku bersiv dayî pêşniyarnameya têkilî mijarê ya Parlamentera Partiya Çepgir Fehlmann Rîellle, got, did rewşa berdest de, tenê ji bo pergalên berevaniya hewayî parçeyên zêdek û ji bo ewlehiya dîplomatên Tirk demanceyan difiroşin Tirkiyê.

Konseyê her wiha got, ji ber sedema rewşa şer a Tirkiyê û nearamiya li herêmê, li gel daxwaza ku tê kirin jî, gelek malzemeyên şer nafiroşin Tirkiyê.

Derdorên çepgir û demokrat ên li welêt dibêjin sînordarkirin kêm e, divê  firotina hemû malzemeyên şer ên ji bo Tirkiyê were rawestandin.