Macron serdana xwe ya destpêkê li Elmanyayê dike

Serokkomarê nû yê Fransayê Emmanûel Macron, wê di destpêkê de biçe serdana Elmanyayê.

Berdevkê Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel Steffen Seîbert eşkere kir, ku Merkel wê roja Duşemê pêşwazî Macron bike.

Li gorî nûçeyên medya Fransayê, ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên nêzî Macron, Serokkomarê nû yê Fransayê dixwaze li ser sê xalên bingehîn bi Serokwezîra Elmanyayê Merkel re bixebite. Hat ragihandin ev xalên xebatê jî "ewlekarî", "aborî" û "razemenî" ye.

Serokkomarê nû wê di heman rojê de yekîneyên Fransayê yên li Afganîstanê ziyaret bike.

Macron di dema kampanya hilbijartinê de ragihandibû ku wê serdana xwe ya destpêkê li Elmanyayê bike.

Beriya niha bi 5 salan, Françoîs Hollande jî yekemîn serdana xwe ya li derveyî welat, li Elmanyayê kiribû.