Macron ji bo serweriya Iraqê bi NY'yê wê gav bavêje

Hate ragihandin Macron ê ku vê sibehê wê were Bexdayê bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re li ser serweriya Iraqê wê gavan bavêje, îhtîmala ku êrîşên dagirker ên Tirkiyê wê bibe hedef zelal dibe.

Derheqê sedemên serdana Serokkomarê Fransayê ya Bexdayê nûçeyên ku roja bihurî xwe disparta rayedarên hikûmeta Iraqî hate piştrrastkirin.  Emmanuel Macron ku duh li paytexta Libnanê li Bêrûdê axivî û bal kişande ser sweriya Iraqê.

Macron ragihand ku ew ê bi Neteweyên Yekbûyî re insîyatîvekê bidin destpêkirin, ku vÊ jî bal kişand.

Macron derheqê sedemên serdana Bexdayê ku îro wê pêk be, Macron got, ''Sibe li Iraqê têkilî Neteweyên Yekbûyî piştrast dikim ku derheqê serweriya (Iraqê) avekê bavêjim.''

ÊRÎŞA SER SERWERIYÊ JI TIRKIYÊ TÊ

Vê axaftina Macron pirsa gelo têkilî serweriya Iraqê gef çiye. Ji ber ku tê zanîn ku rêxistinên çete yên mîna DAÎŞ ne gefeke wiha cidî ne lê van salên dawî dewleta Tirk êrîşên ji bo ku mayindekirina dagirkirina Başûrê Kurdistanê didomîne. Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly heftiya bihurî serdana Bexda û Hewlêrê kiribû û bal kişandibû ser giringiya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê. Di rojeva Parly de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî hebûn lê derheqê vê ti agahî bi raya giştî re nehate parvekirin.

Her wiha kanên Iraqî ji xwe re li rêyekê digerin ku ji rageşiya di navbeyna Washîngton û Tehranê xwe dûr bigirin. Li gel vê halê hazir tekane hêza ku serweriya Iraqê binpe dike dewleta Tirk e.