Macron di hilbijartinên giştî de jî bi ser ket -NÛ BÛ

Dengdêrên li Fransayê, 18'ê Hezîranê roja Yekşemê, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên giştî çûn ser sindoqan.

Hilbijartina dawiya vê hefteyê, ji aliyê encaman e bû hilbijartineke dîrokî ya Fransayê. 75 ji sedî yê meclîsê nû bû. Ev jî tê wateya rekorekê. Xemsariya ji bo hilbijartinê di rêjeya 56.37 ji sedî de bû. Ev jî tê wateya rekoreke nû di Komara Pêncemîn de.

Partiya Sosyalîst û Komargerên rastgir, ku du partiyên kevneşop in, derbeke giran xwarin û têk çûn. 

SERKETINA MACRON

Tevgera Meşa Komargeran a Emmanûel Macron ê lîberal, ku di hilbijartinên Serokkomariyê de bi ser ket, hilbijartinên giştî jî qezenç kir. Bi vê serketinê re partiya Macron li meclîsê serdest bû.

Li gorî encamên hilbijartinê, Tevgera Komarger a Macron û tifaqa wî Modem a rastgir, li meclîsa ji 577 kursiyan, 350 kursî bi dest xistin. 308 ji van ên partiya Macron, 42 jî yên Modem e. Li gorî texmînên piştî tûra yekemîn a 11'ê Hezîranê hatin kirin, dihat payin ku Macron zêdeyî 400 wekîlan bi dest bixe.

Di rewşa heyî de Macron li Meclîsê serdest bû. Reformên ku tê payin rê li ber nîqaşan vekin, wê karibe ji aliyê vê pêkhateya meclısê ve bên erêkirin.

MÛXALEFETA BINGEHÎN JÎ KETE DESTÊ RASTGIRAN

Li Meclîsê, mûxalefeta bingehîn jî kete destê rastgiran. Partiyên rastgir Komarger, UNI û rastgirên din 137 kursî bi dest xistin. Ev eniya rastgir a bi hev re tevdigere, berê xwedî 199 kursiyan bû.

PARTIYA SOSYALÎST DERBA GIRAN XWAR

Partiya Sosyalîst bi rêjeya 5.38 ji sedî 29 kursî û Partiya Çep a Radîkal 3 kursî bidest xistin. bi vî awayî kursiyên çep a hikumetê ji 302'an daket 40'î. Sekreterê asta yekemîn ê Partiya Sosyalîst Jean-Chrîstophe Cambadêlîs ji wezîfeya xwe îstifa kir.

Eniya Neteweyî, ku partiya rastgiriya tund e, 8 wekîl şand meclîsê. Lê belê negihîşt hejmara ku karibe komekê li meclîsê ava bike.

MELENCHON HEJMARA KU KARIBE KOMEKÊ PÊ AVA BIKE, BI DEST XIST

Li eniya çep a radîkal, Tevgera Fransa ya Serî Natewîne ya Jean Lûc Melenchon, ku di hilbijartinên serokkomariyê de gaveke girîng avêtibû, dengekî zêde bi dest nexistibe jî, hejmara ku karibe li meclîsê komekê ava bike, bi dest xist. Melenchon 17 kursî wergirt. Partiya Komunîst jî zêde kir û 10 kursî bi dest xist.

223 JIN ÇÛN MECLÎSÊ

Encameke din a girîng a vê hilbijartinê jî rêjeya jinan e. Ji bo meclîsê 353 mêr hatin hilbijartin. Hejmara wekîlên jin jî gihîşt 223 kesan. Di hilbijartinên beriya niha de 155 jin ji bo parlamentê hatibûn hilbijartin.