Lûksembûrgê destek da Fransayê

Wezîrê Karê Derve yê Lûksembûrgê Jean Asselborn destek da Fransayê û got divê azadiya derbirînê, dewlet, îdeolojî û hemû mijar werin nirxandin.

Wezîr Asselborn li kameraya RTL 5mînutesê axivî û got li ser her mijarê axaftin divê azad be.

Piştî ku 16'ê Cotmehê li Fransayê serê mamosteyekî bi navê Samûel Paty hate jêkirin cîhadîyekî Çeçen serê wî jê kiribê, gelek welatên Misilman ku sergovendiya wan Tirkiye dike Fransa kirin hedefa xwe û boykot dane destpêkirin.

Awistûrya, Yewnanîstan, Elmanya, Italya û Hollanda bûne ew welatên pêşî ku destek dana Fransayê.

Wezîrê Karê Derve yê Lûksembûrgê got, ''Li ser her mijarê ji alî xwevegotinê ve divê em azad bin. Azadiya derbirînê oksîjena azadiyê ye.''

Asselborn got rêya ku li Tirkiye li ser e pir taloke ye û got li Ewropayê ''dewlet, îdeolojî an jî dîn'' azaiya derbirînê ku hemû mijaran têkildar dike divê were parastin.

Wezîr Asseelborn got, ''Mirovên dîn yên Rojava dîvê fêhm kirin ku dîn ji rexneyan, ji karîkatûran ne bêrî ye.''