Lihevketina du meteoran li dinyayê serdema qeşayê dan destpêkirin

Hate diyarkirin ku beriya niha bi 466 milyon sal berê ji ber lihevketina du meteoran serdema qeşayê dest pê kiriye.

Li ser dinyayê hê dînozor çênebûbûn, serdemeke qeşayê hate jiyîn.

Li gorî zanyaran 466 sal berê li cemseran behr bûn qeşa û germahî li her derê kêm bû.

Heta niha sedema vê serdema qeşayê nedihat zanîn lê li gorî lêkolîneke nû toza ji fezayê hatiye rê li ber qeşayê vekiriye.

Li gorî nûçeyeke kovara Scîence xwelîyên volkanîk, xîza ji beyabanê û xwêya behrê ya li derdora gerstêrkê hatîye cîhanê. Divê mirov parçeyên meteoran jî lê zêde bike.

Di demên asayî de her sal 40 hezar ton avêşte dikeve ser cîhanê. Lê 466 milyon sal berê di navbera Mars û Jupîterê de asteroîdeke 150 kîlometre berfireh şikestiye û rêjeya avêşteyê bi qasî deh hezaran zêde bûye.

Piştî vê bûyerê bi qasî du milyon salan, gelek partîkul hatine cîhanê. Komeke lêkolîner a navneteweyî ya Zanîngeha Lûnd a Swêdê diyar kir ku ji ber vî tiştî serdema qeşayê pêk hatiye.