Libya dîsa bû qada şer a hêzên herêmî

Piştî hilweşîna rejîma Qedafî li Libyayê ku di nav kaosê de ye, hêzên herêmî dîsa çalak bûn. Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Misir, Siûdî, Tirkiye û hêzên navnetewî ji niha ve tevlî şer bûne.

Wezîrê Karê Derve yê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY) Enwer Gardaş pêrşemê got Trablûs ketiye kontrola ''milîsên tundrew'' .

MEY hevalbendê general Halîfa Haftar e ku ev mehek e dixwaze Trablûsê bistîne. Gardaş li ser Twîtterê got, ''Ji bo Libyayê ya herî girîng ew  e ku di nav krîzê de ya ku dawî lê nayê, têkoşînê dijî terorîzmê/tundrewiyê bike û piştevanê aramiyê be.''

Wezîrê Karê Derve ya MEY'yê got, ''Milîsên tundrew hewl didin ku paytextê kontrol bikin û lêgerîna li çareseriyeke aştiyane ji rê derxînin.''

General Haftar serê Nîsanê ji bo ku Trablûsê bistîne operasyonek li dijî Hikûmeta Yekîtiya Netewî dabû destpêkirin ku NY vê hikûmetê nas dike.

MEY, Siûdî, Misir li pişt Haftar disekinin. Ev hêz dibêjin Hafta Artêşa Netewî ya Libyayê li dijî ''komên cîhadîst ên Efrîkaya Bakur dike mertal''. Rêveberiya bi navena Trablûsê Fransa tawanbar dike ku destekê die Haftar.

NY'yê Hezîran 2017'an bi raporekê gotibû MEY balafir û amûrên leşkerî dide hêzên Haftar. MEY li rojhilatê Bîngaziyê baregeha hewayî ya El Qadîm ava kir û ji 2016'an ve ji hêla hewayî ve destê Haftar xurt kir.

Li gorî NY'yê ji serê Nîsanê ve 23 jê sivîl 376 kes mirine, 79 jê sivîl 1.800 kes birîndar bûne û 45 hezar ji bêgavî mal û warê xwe berdane.

Di demeke wiha de ku Haftar operasyon biriye ser Trablûsê hate gotin rejîma AKP'ê amûrên hewayî yên bêmirov dane ''milîsên îslamîst'' ên bi navenda Trablûsê. Li gorî berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê amûrên hewayî yên ku rejîma Tirk şandine, dikarin bombeyan jî hilgirin.

Her wiha tê gotin desteka rejîma Tirk bersivek li dijî desteka MEY, Siûdî ya li Artêşa Netewî ya  Libyayê.