Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) îsal cara 50'emîn pêk tê. Çalakiyên li dijî forûmê dewam dikin. Civîna bilind ku di 21'ê Çileyê de dest pê kir û wê heta 24'ê Çileyê dewam bike, bi beşdariya siyasetmedar, karsaz, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û zanyaran ji 90 welatî 2800 kes tevlî bûne.
Bi hezaran kes bi banga rêxistinên ekolojîst û antî faşîst ên Swîsreyî li hev kom bûn û bi meşekê WEF protesto kirin. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li hin deveran di navbera polîsên Swîsreyê û xwepêşandêran de şer derket.
Çalakiya ku ciwanên Kurd pankarta bi nivîsa "Rojava biparêze" û "Şer kujerê avhewayê ye" tevlî bûn, saet di 18:00 de li Helvetîaplatzê ya Zurîchê dest pê kir. Meş li nava bajêr pêk hat û li dijî krîza avhewayê û kapîtalîzmê dirûşm hatin qîrîn. Her wiha ji bo Rojava banga piştgiriyê hate kirin.
Di çalakiyê de Serokê DYE'yê Donald Trûmp û Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan ji ber êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin.
Piştî meşa saet û nîvekê ya li nava bajêr çalakî saet di 19:30'î de li Helvetîaplatzê bi dawî bû.